hejên
Serincdandinêkî rexneyî le pertûkokey “nîgayek le êsta û xewnêk bo sbey”î merîwan wirya, aras fetah, bextyar ‘elî, rêbîn herdî/ beşî bîstem
Çwarem: pêdaçûnewe be rollî hîzbdawek yekeyekî serekî syastkirdin
1- hîzb çî bêt û çon bêt?
Hîzb eger kollekey here serekî jyanî syasî nebêt, ewa yekêke le kolleke hereserekîyekanî. Bellam hîzb katêk debête kollekey serkî jyanî syasî ke hêzîkî çalakû karîgerbêt, dunyay xoy bnasêtû ew nasîney kirdbête bernamew plan bo wellamdanewey pêdawîstîû qeyranû çawerrwanîyekanî ew dunyaye. L61
Eger sernicî ew rêwşiwêne ke nûseran be partî debexşin, bdeyn, debînîn, ke part rollî kenîse debînêt, ke nwênerayetî xwa leser zewî dekat. Çunke bebê kenîse natwanrêt desellatî paşakan wek desellatî xwa, pîroz bikrêt. Nuseranîş bepêy hawkêşeyekî lew core û be heman pêwane part dekene kollekey paristnî desellatî çînayetî lejêr pîrozkirdnî be dêwcamey berjewendî neteweyî û nwênerayetî netewe. Bellê part kenîseyeke, ke endamanî milkeçî desellatî kemayetîyek dekat û hetayîbûn be desellatî borcwazî debexşêt. Lem ser ta ew serî dunya part herwek kenîse xoy be nwênerî rasteqîne (xwa- netewe- çîn) dadenêt û pîrozî be desellatî kemayetîyek benêwî nwênerî xwa leser zewî ya netewe û çîn le parleman û dereweyda debexşêt, bem core le serdemî pêş-modêrn û modêrn û ta post-modêrnîzmekey nûseran, efsane ayînîyekan le asmanewe bo zewî dadegêrdirên û poşakî jîranî (‘eqlanî)yan beberda dekrêt.
Bellam nûseran le dillnyanebûn le hereserekîbûnî part wek kollekey jyanî ramyarîyewe be yekêkbûn le kolleke heresekîyekanî jyanî ramyarîy degen û paşan qse le katêk deken, ke desellat debête kollekey serekî jyanî ramyarîy. Mercîşyan bo ewe çalakbûn û nasînî dunyay xoy û be plan û bernamekirdnî ew nasîne bo wellamdanewe be pêdawîstî û qeyran û çawerrwanîyekanî ew dunyayeye. Kame dunya?
زیاتر بخوێنەرەوە Çawpoşînêk le êsta û tracîdyayek bo sbey/20 →
پێویستە لە ژوورەوە بیت تا سەرنج بنێریت.